Sivan Perwer feat. Steppenroboter - Kî ne Em ? (Remix) Lyrics

Lyrics Kî ne Em ? (Remix) - Sivan Perwer feat. Steppenroboter



Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin...
Yek caran serê xwe rakirin
dijmin serî jêkirin
Yek caran bi hêz serê xwe rakirin
neyar serî jêkirin
Li erdî tovên jiyanê hatiye çinandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipişiqîne
Brûskê davê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne
Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in rojhilat
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng
Di rojên pir teng
Bi kûştin û ceng.
Parast, parast
Parast me ev rojhilat
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Ho ho ho kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Kîne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Em xweş mirov in
Ne hirç û hov in
çibkim şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê me
Dixwestin serbest
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest.
Hey hey hey kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Ho ho ho kîne em?
Ho ho ho kîne em?
Em in ew Kurdê serhişk û hesin
Îro dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek şêra
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Ho ho ho kîne em?
Ho ho ho kîne em?
Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo
Kardox û Kudî
Em in Mad û Goş
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!



Writer(s): Pelrecords, Sivan Perwer


Sivan Perwer feat. Steppenroboter - Şivan Perwer Remixes 2017 - EP
Album Şivan Perwer Remixes 2017 - EP
date of release
01-08-2017



Attention! Feel free to leave feedback.