Sivan Perwer - Sarê Lyrics

Lyrics Sarê - Sivan Perwer



Sarê
Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e
Sîyê girtî zinare
ket ber dîware
Min bi heyrana gerdenê
Wan biskê te li dar e
Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye
Min go Sarê were vir
Sûryoyî xeber daye
Dinê me ji hev cuda ye, dilê me di hev de maye
Em gelek ji hev hezdikin
Ferqa dîn qet nemaye
Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î
Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî
Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî
De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî



Writer(s): sivan perwer


Sivan Perwer - Sivan Perwer
Album Sivan Perwer
date of release
01-01-2003




Attention! Feel free to leave feedback.