Sivan Perwer - Xezal Xezal Lyrics

Lyrics Xezal Xezal - Sivan Perwer



Xezal Xezal oy hayê hayê...
Îro minî dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê...
Ezê van kulê dilê'm heya îdare bûye ji te re bibim
Cem aşiq û cem hozana, oy cefayê...
Gelî gûndyan û cîranan ma hun qey nizanin
Rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy
Xezala min xeyidiye gelî gûndyan û cîranan
Ezê nizanim çima va qîza seba çiye hoy nayê rayê...
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
Îro minê bala xwe didim çiyayê zozana
Çiyayê Sîpanê xelatê berfê lêkir oy cefayê
Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê berfê lêkir oy xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab,
Min dît di qûntara çiyê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min
Sala îsal mêrê heram ra lolo dawe kir.
Xezala min biyan e
Gelî gûndyan û cîranan ezê nizanim
çima va qîza seba çiye hoy... nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, biyanî zor e oy cefa
Belê mêrê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
De min go Xezalê rebenê neçe avê way way
De min go Delalê rebenê neçe avê way way
pêşiya te delalê siwarê axê way way
pêşiya te delalê siwarê axê way way
ji te bistînin rebenê kembera navê way
ji te bistînin delalê kembera navê way
Xezal xezalê rebenê keça Kurda ye way
Xezal xezalê delalê keça Kurda ye way
Xezalam egît e pişta mêra ye way
Delalam egît e pişta dayîka ye way
Ezê Xezalê nadim qe tu kesa ye way
Ez kim delalê nadim qe tu kesa ye way
Ez Xezala xwe tu nadim qe tu kesaye way
Çavê Xezalê belekê'm welata ye way
Çavê Delalê belekê'm welata ye way



Writer(s): Kürt Halk şarkisi


Sivan Perwer - Çiyayê Kurda
Album Çiyayê Kurda
date of release
05-04-2020




Attention! Feel free to leave feedback.