Diyar - Tirsim Dayê текст песни

Текст песни Tirsim Dayê - Diyar



Çibû dayê çibû çibû
Çima jîyan li vir rabû
Me gundekî çi şên hebû
Çima îro tev wêran
Ev dijminê me hovane
Em derxistin ji gundê me
Agir berda nav mala me
Dîsa nûkirin kulên me
Tirsim dayê (w)ez ditirsim
Li vir kesekî nanasim
Agir têkeve mala Romê
Ez ji gundê min dûr xistim
Li şûn maye pîrek bi gopal
Pişta xoz borîne sal
Gund wêran e kes tune li mal
Ew tenê maye hal
Ev dijminê me hovane
Em derxistin ji gundê me
Agir berda nav mala me
Dîsa nûkirin kulên me
Tirsim dayê ez ditirsim
Tirsim li xerîbîyê bimirim
Tirsim cardin te nebînim
Her du destên te ramûsim



Авторы: Dîyar


Diyar - Ax û Dayîk
Альбом Ax û Dayîk
дата релиза
01-12-2017




Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.