Ciwan Haco - Nazikê Songtexte

Songtexte Nazikê - Ciwan Haco




Ew çi rojek ciwane canê canê
Gava em welat bibînin canê canê
Kêf û seyran em bikin canê canê
Kul û derdan em jibîr bikin canê canê
Welat çendî delale canê canê
Herdem me dil li bale canê canê
Îro girtî û birîndare canê canê
Dijmin çav sor û hare canê canê
Şevan bikin ronahî canê canê
Bi dil xweşî û bi dil şahî canê canê
Welat bikin wek bihişt canê canê
Nebindestî û ne zor canê canê
Ew çi rojek ciwane canê canê
Gava em welat bibînin canê canê
Kêf û seyran em bikin canê canê



Autor(en): Ciwan Haco



Attention! Feel free to leave feedback.