Rewşan - Heckecîk Songtexte

Songtexte Heckecîk - Rewşan




Lo dilo, lo lo dilo
Gûza pûç e bêkakilo
Her tiştên te serobino
Bi roj berx e, bişev guro
Her tiştên te serobino
Bi roj berx e, bişev guro
Ew dilxwaz e, tu dudil î (-dil î)
Ew zelal, tu bêmecal î (-mecal î)
Ew rûken, tu bêmirûz î
ew kakil, tu mewîj î
Ew rûken, tu bêmirûz î
ew kakil, tu mewîj î
Lo dilo, qey tu dîn î?
Bi şev û roj kelogirî
Gelo, haya te ji te heye?
Çend bihar e, ji emir borî?
Ger evîndar
xewn li te heram
Bila poşmanîka te tune
Ger evîndar
xewn li te heram
Bila poşmanîka te tune
Lo dilo, lo lo dilo
Tu bidî xatirê Xwidêyo
Te sozekê daye min qaşo
xwe ji êş û xeman bişo
Te sozekê daye min qaşo
xwe ji êş û xeman bişo
Tu xemxura heft dewêlan (dewêlan)
Digerî wek hechecikan (-hecîkan)
sihûd e dilê nazik
Xwe vedişêre li quncikan
sihûd e dilê nazik
Xwe vedişêre li quncikan
Lo dilo, ka binêre
Pêjna eşqê li her derê ye
Hinek rabûn govendê
Hinek' wek te tikîtenê ne
Ger evîndar
xewn li te heram
Bila poşmanîka te tune
Ger evîndar
xewn li te heram
Bila poşmanîka te tune
Ger evîndar
xewn li te heram
Bila poşmanîka te tune
Ger evîndar
xewn li te heram
Bila poşmanîka te tune




Attention! Feel free to leave feedback.