Sivan Perwer - Xeydokê Songtexte

Songtexte Xeydokê - Sivan Perwer




Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Li Rihayê dewran e, li Siwerekê ferman e
Li Urfayê dewran e, li Siwerekê ferman e
Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tevda di şer da ne
Ji bona çavê Xeydokê, eşîr tevda di şer da ne
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Xeydok hat û hewa çû, nêrî ji dil va çû
Xeydok hat û hewa çû, nêrî ji dil va çû
Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû
Bona çavê Xeydokê eşîr tevde têk ve çûn
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Çi Xeydokek dil û can, xort tev re bûn qurban
Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev re bûn qurban
Qet di bîra xwe neanîn çi bûye Kurdistan
Hemû ketin doza wê, nefikirîn Kurdistan
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê



Autor(en): Sivan Perwer



Attention! Feel free to leave feedback.