Lyrics Bilbile Dilşadî - Sivan Perwer
BILBILÊ
DILŞADÎ
Ey
bilbilê
dilşadî
hela,
wer
bike
fîxan
Derdê
me
girane
ey
bira,
birîna
me
kûr
e
Gorî
te
bitin
cerg
û
dil
û
mêlak
ê
hem
can
Dengê
te
ye
xweştir,
ji
ney
û
nay
û
bilûrê
Sê
hawe
te
deng,
yek
ji
sira
bayê
siba
ye
Hawayê
dî
ji
dengê
xuşîna
dehl
û
reza
ye
Hawê
sisîya
ji
bihna
şemamok
û
gula
ye
Lewra
ku
li
dinyê
tu
bi
nav
û
tu
meşûr
e
Karwanê
me
va
bi
rê
ketî,
lê
şevreş
û
tarî
Serma
ye
terez
kulyên
di
berfê
her
dibarî
Bahoz
e
çelapek
têne
me,
ji
her
çar
kenarî
Warê
me
welat
e
ey
heval,
rêça
me
dûr
e
Çar
hawîr
me
diz
û
keleş
in,
têk
dane
dijmin
Me
ji
hev
radiqetînin
bir
bi
bir,
heyf
û
mixa
bin
Qet
çarew
umîda
me
nema
ye
bilbilê
min
Meydan
e
ji
bo
hirç
û
çeqel,
gur
zûre
zûr
e
Meydane
ji
bo
hirç
û
çeqel,
rovî
û
keftar
Gorî
te
bim
bilbil,
ji
serê
darê
tu
wer
xwar
Da
pêk
ve
mijûl
bim,
bi
xwe
çend
rojên
di
dijwar
Îro
li
me
ferman
e,
li
ser
gerdenê
şûr
e
Destê
tewqeyê
îro
ku
em
herdu
bidin
hev
Çend
sal
û
zemanên
di
xerab
jîn
em
di
gel
hev
Dinya
bi
xwe
dewran
e,
bizan
geh
roj
e,
geh
şev
Geh
tarî
û
dûman
e
û
geh
rewşen
û
nûr
e
Dîna
xwe
bide
nik
bayê
barîn
ey
birader
Sitêra
sibê
îro
ji
şerqê
li
me
da
der
Rewşen
kirî
Kurdistan,
bi
carek
wê
seraser
Nîşana
sibê
ye,
fereca
xêrê
ne
dûr
e
Piştê
wê
sitêrê
bi
xwe
berbanga
sibê
ye
Wê
roj
hilê
rohnî
têkeve
şûna
şevê
ye
Karwanê
me
wê
bighêje
war
û
meqsedê
ye
Çerxa
felekê
herdem
bi
fetl
û
ger
û
dewr
e
Çexa
felekê
herdem
bi
fetl
û
ger
û
dewran
Hêvî
û
hawara
me
di
Yezdanê
dilovan
Umîd
me
herdem
bi
xwe
serdarê
li
Berzan
Wek
Tîrêj
dibêje:
jîn
divê
kotek
û
zor
e.
Attention! Feel free to leave feedback.