Sivan Perwer - Keça Kurda Lyrics

Lyrics Keça Kurda - Sivan Perwer



Şeşê adarê 1975
Ez li Kurdistanê li gûndekî batmanê bûm
Ev helbest ji keçek kurd
Ji bu min diyar bu
Ez ji helbestê ango diyarî gelê xwe dikim:
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im
Ava çem û kanî me lo wez brîndar im
Lo bira serê min bgorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê
Lo bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im
Ava çem û kanî me birayêm hozano
Lo bira serê min bgorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay
Min ji xortekî heskiribû
Ji malê meriyê min
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min
Min ji xortekî heskiribû
Ji malê meriyê min
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min
Lo bira serê min bgorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay
Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Li her derê ava bin da nişkav dibistan
Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan
Lo bira serê min bgorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê...
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay
Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
Tu ser seran ser roniyan hat hozanê Kurdistan
Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
Tu ser seran ser roniyan hat hozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Şivano
Hozano bar girano
waro perişano oo
Lo bira serê min bgorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê



Writer(s): Sivan Perwer


Sivan Perwer - Kî Ne Em?
Album Kî Ne Em?
date of release
22-01-2016




Attention! Feel free to leave feedback.