Rewşan - Gulê paroles de chanson

paroles de chanson Gulê - Rewşan




Ne tîr û ne xençer
Ne mar û ne ejder
Ne şûr û ne şeşder
Bêhna gulê ez kuştim
Ne kanî ne robar e
Dinê êvar û sar e
Erd evraz û xwar e gulê
Rûyê gulê ez kuştim
Çîya berf û dûman e gulê
Gul sosin nemane gulê
dimire beran e gulê
Rengê gulê ez kuştim
Gulê bêdil û bêcan
Gulê hekîm û sultan
Gulê rovî û şeytan
Sînga gulê ez kûştim
Dinê bêdeng û zer
Tirba min li der
Ne êrîş ne şer gulê
Çavên gulê ez kuştim
Çîya berf û dûman e gulê
Gul sosin nemane gulê
dimire beran e gulê
Rengê gulê ez kuştim
Gulê bêdeng û bênaz
Gulê bekir û awaz
Gulê govend gulê naz
Dengê gulê ez kuştim
Ne kanî ne robar e
Dinê êvar û sar e
Erd evraz û xwar e gulê
Rûyê gulê ez kuştim
Çîya berf û dûman e gulê
Gul sosin nemane gulê
dimire beran e gulê
Rengê gulê ez kuştim
Çîya berf û dûman e gulê
Gul sosin nemane gulê
dimire beran e gulê
Rengê gulê ez kuştim
Bêhna gulê ez kuştim
Rûyê gulê ez kuştim
Çavên gulê ez kuştim
Dengê gulê ez kuştim



Writer(s): Kamuran Ali Bedirxan, Mirady, Mirady Doğan


Attention! N'hésitez pas à laisser des commentaires.