Текст песни




Bilûra min a şîrîn
Tu di sariya sibê de û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan
Destbirayê şivan û dilketiyan î
Dengê te hêstirên dilê xemgînan
Silava ji hev veqetiyan
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min
Bilûra min
Tu xemrevîna terkeserên dinyayê
Dengê bilûra min
Çiya û zozanên bilind in
Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî
Guhê şkeft û serê zinaran
Guhdarên te ne, bilûra min
Û sira bayê xerbî
Te di nav pelên darê de digerîne
Bilûra min
Were em ê bi çiyayê bilind re bi hewa kevin
Bibin cîranê bayên xurt
Hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman
de dengê xwe berdin
Zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan
Û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne
Pêlên ava heftrengên xemzebaz
Nalîna me bigehîne deşta Sirûç û Dîyarbekirê
Û kalîna berxan tev şehîna hespan
Li me vegerînin
Bilûra min
Bilûra min, bilûra min, bilûr, bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min
Bilûra min, binêre û bibihîze
Roj çû ava, stêra êvarê geş
Kolosên çiyan ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn;
Û pêlên ava şevên reş
Ketine deşt û newalan
Heta rûyê gir û kepezan di Qeraca de
Kevir piyê şevgera dixapîne
Û bêdengiya şevê de
Pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min
Dengê xwe berde dinyayê
Mîna zarokekî berşîr
Ket dergûşa xwe dengê xwe berde
Bilûra min û re bilorîne, bilûra min
Xema birevîne, bilûra min tu xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rohelatî dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe, ji me re strana azadî û serbestiya Kurdistanê binehwirîne
Û dengê stranê, bila mîna tîrêjên rojê pak û zêrîn bikeve nav dil û guhên me, bilûra min,
Tu xemrevîna dilketiyên welêt
Bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min
Bilûra min, bilûra min, bilûra min
Bilûra min
Bilûra min
Bilûra min, bilûra min
Bilûra min
Bilûra min
Bilûra min, bilûra min



Авторы: Ciwan Haco, Seydaye Gerok



Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.
Загрузка
Загрузка