Ciwan Haco - Eywanê текст песни

Текст песни Eywanê - Ciwan Haco




Şêrîn dîbû li aywanê
Çav reş dîbû li aywanê
Hişê min çû dilê min êşiya
Gava min didî bejn û balê
Were şêrîn were
Were dîlber were
Min dast danî li ser
Min hebandî ji xwe re
Şêrîn evîna te ji dile
Bûhar xemilî ji gula
Bêhna şêrîn çendî xweş
Êş û xema derdixê ji dile
Were şêrîn were
Were dîlber were
Min dast danî li ser
Min hebandî ji xwe re
Carêk tu were vir carek
Kulê dilê min bûne barek
Şermê neke ji van kesa
Min ji xwere neke neyarek
Were şêrîn were
Were dîlber were
Min dast danî li ser
Min hebandî ji xwe re
Govend gerha li gundê me
Qîz û xort ketin dîlanê
Min meyzekir li koma qîza
Min nedî yek wek te ciwanê
Were şêrîn were
Were dîlber were
Min dast danî li ser
Min hebandî ji xwe re



Авторы: Ciwan Haco, Dilber Haco


Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.