Текст песни




Ey gula deviya,
Wey gula deviya
Gulek wenda ye,
Nav darên bilind.
Çûkek ber danî
Pirsa xwe kir;
Çima tu li jêrî, tu mayî li bin
Ev darên mezin li te girtine
Ava te vedixwin, roj ji te dibin
Ger tu bimînî ey gula şêrîn
rojek bête reng ji te bibin "
Ey gula deviya,
Wey gula deviya
Gulek wenda ye,
Nav darên bilind.
Nava deviyê pir mabûn hêz
her bilind dibun cihê xwe girtin
Tu wekê wan bejna xwe hilde
Ta ku stêrk û roj, ber xwe bikevin
De îro rabe ey gula sêrîn
Bi hêz û bi zor
Her biçe berjor
Ey gula deviya,
Wey gula deviya
Gulek wenda ye,
Nav darên bilind.
Müzik: Ciwan Haco





Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.
Загрузка
Загрузка