Ciwan Haco - Perde Intro - Remastered текст песни

Текст песни Perde Intro - Remastered - Ciwan Haco




Ew perdeya reş û tarî
ji şevên reş diyarî
Min ji rûyê xwe kişand
Li ber çavê xwe çirand
Avêt paş sed çiyayî
Nava hezar dergayî
Min gemara guhê xwe
bi zemzemeke şûşt
û mikrobên canê xwe
bi dermanekî kuşt
Ew kufeyka tufeylî
ku di dil de diçirî
Min ji kokê de rakir
Hêlîna xirab kir
Li rojên derbasbûyî
Li rastiyên kevnare
Li hevalên ne heval
Cara pêşî silav kir
Ew zingara di mejî
Ko mejiyê min di mijî
Min bi kêrê xeritand
Û bi agir şewitamd
Û baqij kir
Paqij kir ji serê xwe
Min avêt ji derê xwe
Bi çavekî perde
Bi guhekî gemar
Di bin ser rêka teze
Bi mejîkî zingar
Êdî bi dîtina xwe
Bi bihîstina xwe
Bi vîna xweyî mejî
Bi rêveçûnê xwe
Ez bûm însanekî
Peresteşî olek
Û di bajarê dil de
Min ava kir
Oleke nû.



Авторы: Ciwan Haco


Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.