Текст песни




Te şikand dilê min
Dîsa nizam, çima
Serê min diêşê, serê min
Te şikand dilê min
Dîsa nizam, çima
Serê min diêşê, serê min
Min nizanibû ku
Koçberî ewqas zor e
Dilê min digirî, dilê min
Min nizanibû ku
Koçberî ewqas zor e
Dilê min diêşe, dilê min
Ji te dûr bênav im
dîsa evîndar im
Na te wek dîn û har im
Na nabe zor e
Koçberî bijan e
Hêstirên çavên min lor bi lor in
Na nabe zor e
Koçberî bijan e
Hêstirên çavên min lor bi lor in
Ez mam li paş heft çiyan
Bi hesreta te me
Dilê min digirî, dilê min
Ez mam li paş heft çiyan
Bi hesreta te me
Dilê min digirî, dilê min
Tu tim li ber çavê min î
Dixwazim werim cem te
Dilê min diêşe, dilê min
Tu tim li ber çavê min î
Dixwazim werim cem te
Dilê min digirî, dilê min
Ji te dûr bênav im
dîsa evîndar im
Na te, wek dîn û har im
Na nabe zor e
Koçberî bijan e
Hêstirên çavên min lor bi lor e
Na nabe zor e
Koçberî bijan e
Hêstirên çavên min lor bi lor e



Авторы: Ahmed Abbas



Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.
Загрузка
Загрузка