Şeyda - Gava Baran текст песни

Текст песни Gava Baran - Şeyda



Gava baran dibare
Ji bîra min tu nare
Belbelîskên ser avê
Şahiyên kurt û har
Di nav ewrên
Gewr û reş
Gewr û reş
Ez te bibînim heyvek geş
Ba û bahoz dibarin
Talan dikin rojên xweş
Li bin mijên sibehan
Gul dibin ji rehan
tu gulek xemgîne
Di zindana gunehan de
Gava dilop hatin xwar
Hatin xwar
Li hêviya bo buhar
Hat bîra min
Hêsra te
Ew nalîn û ew hewar
Kesk û sor va zîvirîn
Mûmên şevê vemirîn
Gelek roj û meh û sal
Li xerîbiyê buhirîn
Kesk û sor va zîvirîn
Zîvirîn
Şemalên dilê min vemirîn
Gelek roj û meh û sal
Weke xwenan buhirîn



Авторы: Ahmed Sheyda Hasan


Şeyda - Gava Baran - Single
Альбом Gava Baran - Single
дата релиза
17-01-2019




Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.