Destan & Sivan Perwer - Tembura Mın Lyrics

Lyrics Tembura Mın - Destan & Sivan Perwer



Tebaxa 1996'an ez li welat bum
Evara hênik, bayê rojava gelek xweş e
Li serê selahaddin mesif
Me li bajarê hewlerê dineheriya
Û ez û tembura xwe bihevra mijûl bun
Tembura min,hevala min,bê kesa min,delala min
Gava bêjim ez derdê xwe,
Te datînim ser çoka xwe
Te ra bêjim derd û kula,
Tembura min, hevala min
Tembura min, tu hevala min e
Welatê min par par maye
Gelê min tene ne çar maye
Dikim nakim kan ras nabe
Bo çi yekîtîye me nabe
Wa xwudêyo ev çi hale
Bo çi nade me mecele
Me ne doste ne hevale
Hêvî xem, xeyale
Têle zirav,tu dinalî,
Baş dizanî vi halî
Tembura min, em bi bêjin belki bihar bixemilî
Gava bihar bixemilî,
Ez bilbil im,tu ji gulî
Tembura min, hevala min,
Be kesa min,nalîna min
Tembura min, ka em bêjin, delalek,
Dengê min u te buye erdê belav be.
Bikevin guhen qirej,
Da ku xweşi u rindi bikeve
Dilê mirovan. hevala min,
kesa min,nalina min



Writer(s): Dalshad Said, Sivan Perwer


Destan & Sivan Perwer - Yek Yek (Kurdish Pop Folk)
Album Yek Yek (Kurdish Pop Folk)
date of release
27-09-2006



Attention! Feel free to leave feedback.