Mehmet Atlı - Morî Mircan Lyrics

Lyrics Morî Mircan - Mehmet Atlı




Nazik e nazenîn e
Xwînşêrîn xemrevîn e
Xapînok e şemamok e
Bêhnxweş e Zînê
Min dît nedît min hez kir
Ro bi ro min hez kir
Him himbêz kir him hez kir
Serxweş im Zînê
Ez heyrana navê
bejnê xwezayê
Zirav e, gulav e, bedew e Zînê
Dengê min dilerize
Dilê min vêra zîz e
Nazdar e, kubar e, sozdar e Zînê
Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra, ez ji te ra bimrim Zînê
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînî
Mizgîn î tu mizgîn î
Ronîya min î
Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra, ez ji te ra bimrim Zînê
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînî
Mizgîn î tu mizgîn î
Ronîya min î



Writer(s): Mehmet 2 Atli


Mehmet Atlı - Morî Mircan
Album Morî Mircan
date of release
18-05-2020




Attention! Feel free to leave feedback.