Sivan Perwer - Nalînek Tê Guhê Min paroles de chanson

paroles de chanson Nalînek Tê Guhê Min - Sivan Perwer



Dengek hat guhê min ji binê zinaran
Nalîna şêrekî ku birîndar
Bi ser birîna xwe da kûr dinalîya
Birîna ji dil gelek xedar
Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar
Axa sar û tarî hêdî vedixwar
Teyr û bi ser da dikirin hawar
Dar û ber jana dil histuxwar mabûn
Kela dilê weke volkana
Rêza çiya û bera ji ber dihejîya
Weke talaz rabe li ser havîya
Weke bahoz û tofanek radibû
Birîna şêrê me hewqas xedar
Ew şêrên kurdistan'ê ne xwedî ne
Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne
Doza wan parekî doza xwe dibîne
Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin
Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin
Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan
Lew nalîna şêrê me ji çiya û baniyan
Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan
Da ku êdî kes nenale ji êş û birînan
Gelê kurdistan
Karkerno, gundîno, dayikno, bavno
Bukno, keçno, xortno
Gelekin ji şîr dimijin, hemu mirov
Welatê me di nava xwînê de
Mirovên me li îşkencexanande
Li ber darê kindirê tên xenikandin
Ewrên reş roj bi roj tarîtir di be
Cem û şad xumxumê nakin
Dengê çuk, şalil û bilbila na
Dengên kewanê şêrîn û delal wenda bu
Qerîna şîrmijan bi feryadî
Di nava xeliyê û dumanê da ye
Gul û kulilk, nêrgiz, rêhan û binevş
Behn u rengê xwe wenda kirin ê
Ev çi rewşe, ev çi dibe
Ezmanê welatê min xwe reş giredanê, ji bo çi?



Writer(s): Sivan Perwer


Sivan Perwer - Gelê Min Rabe
Album Gelê Min Rabe
date de sortie
23-01-2016




Attention! N'hésitez pas à laisser des commentaires.