Sivan Perwer - Mamê Min текст песни

Текст песни Mamê Min - Sivan Perwer



Meryem xanê awazên xwe
Reng da çanda
Jiyana xwe da stranan,
Û stranji da me
Şâ bibî Meryem xan
Em ji bîr nakin:
Were dotmam, were dotmam
Ax dotmamê.
Tu kulîlka nava şax û nava zozan
dibê dotmam dibê
Heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye
Ax de bila li min û dotmama min
Nekin gazind û loman...
Ax de dotmamê, dotmamê...
Ax zerî kubarê dil evîndarê...
Weleh dotmam ava şetê me şerbet e...
Dotmam ava şetê me şerbet e...
Pêla navîn li ser hev kete...
dotmam dibê evînîka,
Xelk û alemê adet
Ax ya min û dotmama min,
Li Cizîra Bota bûye çi qebhete
Ax de dotmamê, de dotmamê.
Ax zerî kubarê dil evîndarê...
Were dotmam ava şetê me hêşîn e,
Were dotmam ava şetê me hêşîn e,
Pêla navîn ser û bin e
w'ezê herim dotmama xwe
Ji mamê xwe bixwazim
Weleh Heger mamê min,
Dotmam min nede min
Weleh ezê çepilê dotmama,
Xwe bigirim birevînim
Biqelibînim ser çemê Xalidikê...
Ax de dotmamê, de dotmam.
Ax zerî kubarê dil evîndarê...
Were dotmam, navê dotmama min Gulçîn e
Dotmam, navê dotmama min Gulçîn e
Tava heyvê daketiye,
Cizîra Botan ser û bin e
W'ezê herim dotmama xwe,
Ji mamê xwe bixwazim
Heger mamê min,
Dotmama min nede min
Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î
Ax de dotmamê, dotmamê
de dotmamê,
Ax zerî kubarê, ez bi xûlamê



Авторы: Meryem Xan, Sivan Perwer


Sivan Perwer - Sarê
Альбом Sarê
дата релиза
25-01-2016




Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.