Şakiro - Emro текст песни

Текст песни Emro - Şakiro



Emro
Emro sibe ye qîz û bûkê gundê me meşiyane avê
Delal,
Bejnzirava, çepildirêja, porkeja, navqendîla xwe dane pêşiyê
Kinan û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,
Qemera min a bi nîşan dixemilî şeva xatirê dilê rezîl xwe dabû navê
Gelî gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Min sond xwarî tu cara li ser kawa xwe ya kubar ra
Li ti qîz û bûkê xelkê nakim merhabatiyê tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,
Fenanî başordegê ji golixê muradê,
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe diweşîne ji berfê ji qiraxê, ji xunavê,
Eman de ecemê hêêê êêhêhê êê...
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ê ji bona te mirî me,
Ax zalimê ez nizanim tu çawa
Emro,
Emro sibe ye sibekê diçûme Heleba şewitî
Ciyê gewran û rindan, dîkê şevê nîvê şevê min dixulxuland
Delal,
Welatê xerib bû, durziyê du delal bûn
Ez ê nexweşî halî nexweşê nava cîh bûm,
qewm û lêzim û kes û xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû,
Guhê min li guhdariyê bû, min serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir,
Min dît cote pîrê melûmê kezeb serê min sekinîbûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim,
Min dît kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikire belek çava
dîlberê xwezî min zanibiya
Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand, dixemiland,
Eman de ecemê hêêê êêhêhê êê...
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê nizanim tu çawa



Авторы: Traditional


Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.