Sivan Perwer - Zindan Tarî Lyrics

Lyrics Zindan Tarî - Sivan Perwer



Zindan tarî çav girêdayî
Ling û dest li bend û zincîr
Lêdan, îşkence, zilm û zorî
Bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê
Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe
Dixwaze gelê xwe rûsipî derxîne
Azadiya pêk bîne
Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye
Evîndariyê azadiyê ye
Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot
Carna îşkence û zilm li zindana tarî...
Hucra min çiqas sar e dayê
Çavên min girêdayî dayê
Zulum çiqas dijwar e dayê
Li zindana tarî dayê
Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta
Û deriyê hesin dîsa vedibe dayê
Dengê lingê cûnta dayê
Dengê zilm û îşkencê dayê
Çi qêrîn û hawar dayê
Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min
Zincîr xistin lingê min, zulma xwe destpêkirin hoyââ'¬¦
Û pirsan ji min dipirsin dayê
Ku tirsê têxin dilê min dayê
Her lêdanê li min didin dayê
ew bixwe ditirsin dayê
Wek navê xwe ez dizanim dayê
Ez perwerê niştiman im dayê
Ser didim ez sir nadim dayê
Bawer im baş dizanim dayê
dujminî ez nasdikim dayê
Hucra min çiqas sar e
Dest berdan û çûn
Çavên min girêdane
Hucra min çiqas sar e dayê hoyââ'¬¦
Û carê ban hevalê xwe kir
Weke dengê wan têkeve newalan, best û
Biçê heta pêşmergan, li şaxên Kurdistanê bilind dibin...
Wa. Hevalno... Hevalno ho...



Writer(s): Sivan Perwer


Sivan Perwer - Helebçe
Album Helebçe
date of release
25-01-2016




Attention! Feel free to leave feedback.