Reso - Xanimê Osmanîya paroles de chanson

paroles de chanson Xanimê Osmanîya - Reso



Keçê dînê ava Diyarbekir rabûye
Him û guma ye
Li ser serê min û te zalima qe nedaye
Qurban heta sala çûnê
Taximê bax û boxazê memkê te ye
Gul û mirwarî xweşikê min
îro çend roje nizam konê xwe li ser dadaye
Ax de were
Ez aşiqê bejn û bala te me
Ax ji min ra bêje
Hay hay hay hay
Xanimê dev piçûkê
Wey xanimê dev piçûkê
Destê xwe bide destê mina
Herin xopana Dêrikê
Bavên eskerê gumrikê
Çû Midyadê gilî bike
Berê xwe da cem hakim
Bi ramûsankê razî dike
Xwe ji Rûto berdide
Li ser Xidirko qeyd dike
Derdê dila xanimê hay hay hay hay
Keçê dînê çiya li ser çiya dikir gazî
Qurban ji eşqa dilê min û te ra
Daran pelê xwe weşandin
Mane rût û tazî
Keçê te goştê laşê min helandî
Tu ji hestîkê min çi dixwazî
Ax de were
Wez meraqliyê te me
Wez aşiqê bejn û bala te me ax
Ji min re bêje hay hay hay...
Xanima Osmanliya
Wey xanima Osmanliya
Qirik dirêj, çar tilî ya
Dostê Xidirkê Omeriya
Ketim dilê min êşiya
Kabikê min l'rê heliya
Reha navê min qetiya
Derdê dilan xanimê



Writer(s): Xidikê Omerî


Reso - Zarathustra, Vol. 1
Album Zarathustra, Vol. 1
date de sortie
27-05-2016




Attention! N'hésitez pas à laisser des commentaires.