Sivan Perwer - Bavê Fexro paroles de chanson

paroles de chanson Bavê Fexro - Sivan Perwer



Bavê Fexrîya qurban min got, îro dinya ewr e
Ax lo nabe sayî, hawar li min, li min rebenê
li bavê Fexro derketine taqîbatê tabûra Sêrtê, bi alayî
Hawar li min
Gelî gundî û cîrana çima bavê Fexro ne li mal e?
Hun dibînin ode ji mêvana xir û xal e
Hawar li min, li min rebenê
Bavê Fexrîya qurba min got, ji înê, ax lo, heta înê
Hawar li min, li min rebenê
Îro roj, şev e bavê Fexro birîndar e li nav nivînê
Ez ê rabim daw û derlingê xwe hilgêvim herim hindeka xopan
Mala Erekêlê Hekîm, bêjim, hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji bavê Fexro re bike melhema devê, oy, birînê, hawar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min
Min got, bavê Fexro were em bi destê hevdû bigirin
Ax lo herin çîya, hawar li min, li min rebenê
li min mal şewitîyê ez derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinalîya, hewar li min
Heyf û xebîneta bavê Fexro, suwarê Gêjo, torinê mala Ezo
Birîndar bi gulên van romîya, hawar li min
Ax, emrê çûyî car din nayê, li min rebenê
Bavê Fexriya qurba min got, bi qîzanî
Pir delal bûm, hawar li min, li min rebenê
Gidî qurban wele bi bûkanî karxezal bûm, hawar li min
Bişewite mala mêrê xirab û romîyan
Çewa sala îsal pîr û kal bûm, hawar li min
Ax emrê çûyî car din nayê, li min poşmanê



Writer(s): Dp, Sivan Perwer


Sivan Perwer - Dotmam
Album Dotmam
date de sortie
23-01-2016




Attention! N'hésitez pas à laisser des commentaires.