Sivan Perwer - Bavê Fexriya текст песни

Текст песни Bavê Fexriya - Sivan Perwer



Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e...
Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê
li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi alayî
Hawar li min oy...
Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e?
Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
Hawar li min min rebenê
Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê
Hawar li min min rebenê
Îro ro şev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê...
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan,
Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji Bavê Fexro re bike melhema devê birînê hewar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê
Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin...
Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê
li min şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min
Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo
Birîndar bi gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê
Emrê çûyî carde nayê min rebenê
Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay...
Pir delal bûm hawar li min min rebenê
Gidî qurban bi bûkanî ay... karxezal bûm hewar li min
Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan
Çawa sala îsal qir û qal bûm
Ax emrê çûyî carde nayê ay...



Авторы: Rr, Traditional


Sivan Perwer - Chants du Kurdistan
Альбом Chants du Kurdistan
дата релиза
01-01-1989




Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.