Sivan Perwer - Mala Min текст песни

Текст песни Mala Min - Sivan Perwer




KIRÎVÊ
Ax de were were were lê...
Kırîvê sibê w'ezê bi Çiyayê Şengalê
Gola Simoqya diketim îro gelî di gelî de
Di gelî de di gelî de kirîvê lê...
Minê bala xwe dabû ku sibekê keçka Simoqya
Li xwe kiriye kirasê sor î melesî çeka ebawî
Ebadayî di serî de
Xwe dabû devê gola Simoqya
Mîna kevoka şînordeka
Çemê Xabûrê di binî da kirîvê lê...
Kırîvê w'ez ketime bextê te
sibekê bi dengê qebqeba heramî kewan e
Xwe berde pozê Şengala şewitî
bi şêxa Şêxê Melekê Tawis ke
Were di ser derd û kulan re ramûsanekê
Bi ser can û cesedê kirîvê, min, xwe de berde kirîvê lê...
Kırîvê heger xêr be bila ji û bavê te re be
Heger gune be bila sedqa serê te be
Ez feqîrê we me kirîvê lê...
Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo w'ezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te, me talan neke
Ji xwe netirse, w'ez sond dixwum
Bi Şêx Adikê Melekê Tawis be
Hege w'ez mirim ji axa sarre me
Hege ez bimînim ji rih û can û cesedê
Kirîvê xwe re me kirîvo lo...
De ramûsanê me keçkê Êzîdiyan
Di xweşbûna sehera sibê...
Di azanya melê de kirîvo lo...
Sîng û berê min kara xezala
Min xeşimê min dilmezê
Min kevoka şînordeka Çemê Xabûrê kirîvo lo
De mîna fîncana qehwê ferfûrî ne
Dev û lêvê min mîna şekirê Amedê
Di devê cuhê de kazeskirî dicîne kirîvo lo...
De lo lo ax...



Авторы: Rr, Traditional



Внимание! Не стесняйтесь оставлять отзывы.
//}